
Paperback. 13,50 / 21,00 cm. In Kurdish. 92 p. Editör : Ferhade Mihemed Kapak Tasarim : Asli Sezer Genel Yayin Yönetmeni : Bilge Sanci Katkida Bulunan (Içerik) : Iklime Yilmaz Welê dixuye û tê zanîn ku xebat û tevgerên edebî yên Mehmed Uzun, bi qasî romannivîseriyê di warê lêgerîn û lêkolînên edebiyat û çanda kurdî de jî berbiçav in. Destpêka Edebiyata Kurdî, di warê lêkolînên edebiyata kurdî de gaveke hûr û kûr û nûjen e. Mehmed Uzun di vê kurtelêgerê de, li ser edebiyat, nivîskar û sahîrên herçar parçeyên kurdistanê yên xuyayî û nexuyayî ne radiweste û bi zimanekî sade û herikbar yê edebî qala wan, xebatên wan û berhemên wan dike. Edebiyata Kurdî mixabin ku gelekî wext her ês û azar kisandiye û bêgav maye, lê belê tevî vê yekê hemû kesp û kosp, keft û leftên hewçend dijwar dane pey xwe û heya roja me hatiye û hêviyeke xurt bi xwe re aniye. Destpêka Edebiyata Kurdî, heye ku mîna berhemeke kin û kurt bixuye; lê belê ew bi naverok û agahiyên ku di nava xwe de hewandiye, hêja û balkês û dagirtiye. Ew dê bi van taybetmendiyên xwe her tim rewacdar be û herweha ew dê rê li ber nivîsar û xebatên akademîk yên edebiyata kurdî veke.
Bu kitap hakkında henüz gönderi yok. Uygulamada ilk paylaşan sen ol!